Seyfü’l-Mülûk ve Bediü’l Cemâl Destanı=Destana =Destana Seyfulmilûk-û Bedîulcemal/Siyahpûş

Bedirhan İpek Kültür ve Turizm Bakanlığı Yayınları ÇEVRİMİÇİ OKUMAK İÇİN GİRİŞ YAPIN
Hakkında

Dİ DERBARÊ SIYAHPOŞ DE ÇEN GOTIN Siyahpoş, nivîskarê pirtûka “Destana Seyfulmilûk û Bedûlcemal” ya di dest we de ye. Ew, yek ji helbestvanê me yê li hêviya venasînê ye. Siyahpoş, bi helbest û xezelên xwe ji mêj ve dihat nasîn, lê sedem ku pirtûkek wî nedixuya, bi têra şayanê aleqeyê nedibû. Lêbelê, bi eşkerebûna pirtûka wî ya navborî, ev bêaleqe wergeriya aleqeyek bi têra xwe; ji nişkêve helbestvanê me ji bo meraqdarên wêje û hezkiryên helbestan bû kesekî bêhemta û bijarte. Bi vî rengî, Siyahpoş tevlî nav refên stêrkên bijarte yên lîteratora wêjeyê bû. Herwiha Siyahpoş, ji bo vekolîneran bû kesekî bi baldarî û evîndarî tê şopandin û rêçajotinê. Bi helwesta ku gelo berhemek wî ya cihêtir heye, an guncave ku nusxeyên cihêtir yên “Destana Seyfulmilûk û Bedîulcemal” hebin? Bi evreng pirsan li ba kes û saziyan dest bi lêgerîn û lêpirsînan hat kirin. Di encama vê şopajotinê de, hêdî bi hêdî encamên berbixêr derketin holê; bi qasê 4-5 nusxeyên Destan “Seyfulmilûk û Bedîulcemal”ê hatin bidestxistin. Yek ji wan nusxeyan jî bû para min. Wihanî: Sal 1996, li Rûhayê mamoste bûm. Şevekî bi malbatî, ji bo fitarê em çûbûn mala kekê hêja û qedirbilind mamoste Mihemed Elî Cadûk yê xetat. Di fesla çayvexwartinê de, di pirtûkxana wî de dosyayek ku li ser berga wê “Dîwana Siyahpoşê Diyarbekrî” hatibû nivisîn bala min kişand. Nivîs bi xetê erebî, bi destnivîsa mamoste bû. Min dema bergê wê vekir, li nava wê nihêrt; metîn bi xetekî cihê bû. Belê, ya ku lê digeriyam min dîtibû; ev destnivîs, dîwana Siyahpûş ya bi navê “Seyfulmilûk û Bedîulcemal” bû. Ango pirtûka Siyahpoşê ku ji mêj ve me navê wî sehkiribû... Ji nişkê ve min got: “mamoste, te ev berhem ji kêderê dîtiye?” Wiha bersiv da: “Berya niha li gundê Şêx Zelîxa ya Badiliyan mamoste bûm. Dema li gund bûm, ev pirtûk bi destê Ebdilqadir Badilî hat dana min!” Min got, “Gelo hûn dikarin jê nusxeyekî bidin min?” Mamoste, ez neşikênandim; li ser navê hevhezkirina me ya qedîm ew dosye radestê min kir. Piştî ku min jê nusxeyek wergirt, reseniya wê bipaşve dayê. Li ser vê yekê, ez minetdariya xwe pêşkeşê kek Mihemed Elî Cadûk dikim û sedem ku ev berhema hêja û giranbiha gihandiye wî, zana û lêkolînerê hêja Ebdilqadir Badilî jî bi dilovaniya Xwedê bibîrtînim. Bêyî ku wext wenda bikim, min nusxeya kopîkirî ji dest ve wergerand tîpên latinî. Ev kar da nava mehekî de bidawî bû. Piştre, min got, “Gelo dikarim li kêderê çapbikim?” û bi hincetê li şopa çapê ketim. Di encamê de, têgiham ku di vî warî de saziya herî elyaq “Weşanên Nûbiharê” ye û bi vî rengî min ji weşanxaneyê re şiyand. Herçend dereng be jî di sala 2000î de bi navê “Seyfulmilûk û Melke Xatûn”ê çapa yekemîn derket. Hema piştê wê, em bûn şahidê çendîn nusxeyên cihê yên heman pirtûkê. Bê guman ev hemû pêşketin, cihê kêfxweşî û hêvîdariyê ye. Lê di vê navberê de, ji bo çapa resen û wergera wê ya tirkî, destavêtina Wezareta Çandê, cihêtirîn pêşketinek şayanê pesn û spasdariyê ye. Bê guman, sedem ku ev kar û xebata li ser “Destana Seyfulmilûk û Bedîulcemal”ê li pişta min hatiye siwarkirin û radestê berpirsiyara min hatiye kirin, ji bo min jî cihê şadî û şayîşê ye. Hêvîdarim rûşermî nebim. Belê, wek min li jo jî serziman kiriye, ji bo îroj pênc nusxeyên destnivîs yên vê berhemê di destê me de henin. Lê divê ez vê yekê jî bêjim; ji van nusxeyen kîjan destnivîsa Siyahpoş bixwe ye, mixabin ne diyar û eşkere ye; dixuye ku zanîna vê yekê jî ne guncav e. Lewra ku di vî warî de em rastê daxwiyaniyek wî û îmzeyek wî ya eşkere nehatinin. Xemgîniya herî mezin ya di vî warî de, agahînedana Siyahpoş ya di derbarê jiyan û nasnameya xwe de ye. Ev kêmasî, ji bo naskirin û danaskirina helbestvan de wek pirsgirek û gelemşeyek cihdî ya li pêşberê me ye. Ji bo vê yekê, agahiyên di derbarê Siyahpoş de pir kêm in; ew jî yan dubarekirina hev in yan jî agahiyên li dijê hevin. Em dikarin bêjin ku di derheqê wî de, agahiyên herî durist û saxlem, ewên ku ji navsatirên dîwanê hatine wergirtin in. Lê hêvîdarim; bi rêya xebatek berfirehtir, bawerim ku emê bigihên miraza xwe. Rastiyek li ber çavan e; ji bo îroj, em biqasê ku Mela Ahmedê Cizîrî, Ahmedê Xanî, Feqiyê Teyran û hwd. dinasin, Siyahpoş nanasin. Ev yek teqez e. Kî ye, li kêderê û kengî xwedêdaye; li kêderê û çi wext miriye; asta xwendin û pîşeya wî çiye; ji xeynê vê berhema wî gelo xebatek wî heye û herwiha, ji gelek pirsên bi rengî re bersivdîtin ne hêsan e. Bo mînak, di warê wêjeya kurdî de kesekî wek Qanatê Kurdo ku xwediyê gelek xebatên hêja û girîng e, di behsa Siyahpoş de tenê bi qasê nîv rûpelekî agahî daye. Ev kurtebahsî, ji potansiyela nivîskar ya vekolîneriyê zêdetir bi kêmagahiya di derbarê Siyahpoş ve têkildar e. Helbet dîroka nivîsandina pirtûka Kurdo jî girîng e... Herwiha, yek ji otorîteyên vê qadê Celîlê Celîl e; wî jî di xebata xwe ya bi navê “Seyfulmilûk” de pêşgotinek dûvdirêj nivîsandiye. Lê çi mixabin, agahiyên mamoste jî ne têrker e. Lewra mamoste ya ji agahiyên berya xwe veguhastiye ya jî qenaetên xwe serziman kiriye. Bi tevlî viya, emê li gor destûra ku “Ger tiştek bi giştî neyê bidestxistin jî, divê bi giştî ji dest neyê berdan”, ji van hûrgiliyan sûd werbigirin û herwiha agahiyên ku nav satirên destana Seyfulmilûk de veşartî nin, kom bikin û bi saya wan di derbarê nivîskar Siyahpoş de qenaetekî rast biikin. Çi ji Destana Seyfulmilûk û Bedîulcemal dibe, çi jî vekolînên di derbarê Siyahpoş de dibe, tiştê ku me famkiriye, navê “Siyahpoş” navekî “mexles” e. Bi gotinek din, navê helbestvan ê rastîn ne Siyahpoş e, “Mihemed” e. Em vê yekê, ji malika 468. ya destanê hîn dibin. Di malika navborî de, helbestvan dema li ber Xwedê digere û niyazan dike, wiha dibêje: “Minewwer key bi rehmet ya Mimecced Ji nûrê me’rîfet qelbê Muhemmed!” Li gel vê agahiyê, li gor agahiya ku zanyarê vekolîner Baba Merdûx Rûhanî radigihîne, navê Siyahpoş, “Mihemed Cewad” e. Rûhanî, di nav xebata xwe ya di derbarê navdarên kurd de, di bin navê “Mihemed Cewad Siyahpoş” de van hûrgiliyan dide: “Siyahpoş kurdekî zana û wêjenas e. Ew helbestvanekî bi têra xwe ye. Li Bexdayê jiyaye. Peyrevekî xurt ê Mewlana Xalidê Şehrezorî ye. Dema Xalid di sala 1827an de diçe ser dilovaniya xwe, ew di paş wî de mersiyeyek 70 malikî dinivîse. Piştî wefata Mewlana Xalid, di sala 1831î de Siyahpoş jî li Bexdayê wefat dike. Bi rastî jî, di 25. malika vê mersiya erebî de, xwe bi navê “Cewad” dide nasandin. Kurdiya vê malikê wiha ye: “Di şîngirêdanê de ez pisporim, Di vî warî de mînanê Cewad nîn e kes.” Di vê agahiya Baba Merdûx de, em têdigihin ku di navbera mirina Mewlana Xalid û Siyahpoş de 4 sal boriye. Ango hemdemê hev in. Nexwe, ger dîroka xwedêdana Siyahpoş bête zanîn, emê karibin salê wî jî derînin. Di vê mijarê de nivîskarê vekolîner Seyîd Kafî Elewî wiha dibêje: “Siyahpoş, di sala 1774an de li Ûrimiyê jidayîk bûye. Di 19 saliya xwe de li Bexdayê bicih bûye. Di 30 saliya xwe de berhema bi navê “Seyfulmilûk û Bedîulcemal” nivisiye. Di 58 saliya xwe de li Bexdayê wefat kiriye.” Di derbarê Îranîbûna Siyahpoş de, agahiya herî teqez du malikên destana Seyfulmilûk û Bedulcemal e. Ev herdu malik di dawiya Xezela-2 û 3an de cih digirin. Wek wiha: “Me xwar camek şeraba xoş ji destê saqiyê mehweş Wekî min hişte Îran û berê xwe da bi Bexdayê.” (Xezel-2) “Karê şem’ê her şewat û mihbet û sohtinî ye Lew disojitin Îranî şibhetê perwaneyê.” (Xezel-3)

ISBN
978-975-17-4974-1
Sayfa Sayısı
303
Yayınlanma Tarihi
2021